Berya Herzog here Tirkiyê rayedarên Tirkiyê û Îsraîlê civiyan

17 February 2022 23:44 0 dîtin
Berya Herzog here Tirkiyê rayedarên Tirkiyê û Îsraîlê civiyan

PeyamaKurd – Serokkomarê Îsraîlê Isaac Herzog berya seredana Tirkiyê bike, rayedarên Tirkiyê û Îsraîlê lihev civiyan. Di heyeta Tirkiyê de berdevkê serokkomariyê İbrahim Kalın, cîgirê serokkomar Sedat Ünal hene.

Seredana serokkomarê Îsraîlê wê di 9-10 ê adarê de bibe û berya seredanê heyetên her dû dewletan li Qudsê hev dîtin. Di heyeta Îsraîlê de rêvebirê wezareta karên derve Alon Uşpiz û rêvebirê baregeha serokkomariya Îsraîlê Eyal Shviki hene.

Her dû heyet li ser têkiliyên her dû dewletan û li ser mijarên herêmê axifîn. Wezareta karên derve ya Îsraîlê û serokkomariya Îsraîlê bi ragihandineka hevpar ragihandin ku serokkomar Herzog ji bo pêşwaziya heyeta Tirkiyê bike ji bo wextekî kurt tevli civînê bûye.

Heyeta Tirkiyê do bi serokê Fîlîstînê bi Mehmûd Ebbas re hevdîtin kiribû.