Erdogan di rêya letefonê de bi serokê Îsraîlê Herzog û serokê Fîlîstînê Abbas re axifî

09 October 2023 22:52 0 dîtin
Erdogan di rêya letefonê de bi serokê Îsraîlê Herzog û serokê Fîlîstînê Abbas re axifî

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di rêya telefonê de bi serokkomarê Îsraîlê Yitzak Herzog û bi serokê Fîlîstînê Mehmûd Abbas re axifî. Erdoğan her weha bi serokwezîrê Lubnanê Necip Mikatî re jî axifî.

Erdoğan navbirê xist civîna encumena wezîran û bi her sê lîderan re axifî. Di axaftina bi Herzog re Erdoğan xwest dawî li şer bînin û wê Tirkiye ji bo aştiyê xebatên xwe dewam bike. Piştî axaftina bi Herzog re Erdoğan bi serokê Fîlîstînê Mehmûd Abbas, bi serokwezîrê Lubnanê re û bi Emîrê Qatarê Şêx Temim bin Hamed Al Sani re axifî.

Di axaftina bi Sanî re li ser pevçûnên herêmê rawestiyan û bê dikarin çi bikin da şer rawestînin. Li gor ragihandina çapemeniyê; heya niha Erdoğan ji xebatên xwe encamekî posîtîv bi dest nexistiye.