Erdogan bi serokê Hamasê Îsmail Heniyye re di rêya telefonê de axifî

21 October 2023 22:11 0 dîtin
Erdogan bi serokê Hamasê Îsmail Heniyye re di rêya telefonê de axifî

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoğan di nav rojê de bi sekreterê NATOyê, bi serokê Ûkrayna, Maldîv û Ûgandayê re axifî. Herî dawî bi serokê Hamasê yê buroya siyasî İsmail Heniyye re di rêya telefonê de axifî.

Di axaftinê de her dû lîder li ser rewşa Xezzayê û pêvajoya dewam dike axifîn. Her dû teref ragihandin ku ji bo çareseriya temamî ya navbera Fîlîstîn û Îsraîlê bibe, her dû teref dagerin ser sînorê 1967an û dewleta Fîlîstînê bê avakirin û payîtext Qudis be.

Li gor ragihandina serokkomariya Tirkiyê; ji bo alîkarî bigihê Xezzayê û kesên ku pêdiviya wan bi tedawiyê heye, Erdoğan hewl dide ku karibin li Tirkiyê tedawiya wan bikin. Erdoğan ji bo agirbes bibe ji destê wî çi were dike.