Serokê Hamasê Îsmaîl Heniyye li Tehranê hat kustin!

31 July 2024 08:47 0 dîtin
Serokê Hamasê Îsmaîl Heniyye li Tehranê hat kustin!

PeyamaKurd – Serokê Hamasê Îsmaîl Heniyye li Tehranê hat kuştin. Tevgera Hamasê ev nûçe piştrast kir.

Li gorî nûçeya televîzyona dewleta Îranê ya li ser daxuyaniya Artêşa Pasdarên Şoreşê, Serokê Mekteba Siyasî ya Hamasê Îsmaîl Heniyye di encama êrîşeke li dijî mala xwe ya li Tehranê de jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku di êrîşê de cerdevanê Heniyeyê jî jiyana xwe ji dest daye. Di çapemeniya Îranê de hat destnîşankirin ku wê hûrgiliyên bûyerê piştre bên ragihandin.

Hin jêder îdia dikin ku êrîş bi moşekan hatiye kirin, heta niha ti kesî berpirsyariya êrîşê negirtiye ser xwe.

Hamas mirina wî piştrast kir

Hamasê piştrast kir ku Îsmaîl Heniyye di êrîşa hewayî ya artêşa Îsraîlê de li ser mala wî ya li Tehrana paytexta Îranê hat kuştin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Hamasê de hat diyarkirin ku Heniyye ji bo beşdarî merasima radestkirina Serokomarê nû yê Îranê Mesûd Pezeşkiyan bibe li Tehranê bû.