Hevdîtina Erdogan û serokê Hamasê Heniyye qediya

20 April 2024 18:45 0 dîtin
Hevdîtina Erdogan û serokê Hamasê Heniyye qediya

PeyamaKurd – Li Îstenbolê li Dolmabahçe serokkomarê Tirkiyê Erdoğan û serokê Hamasê Îsmail Heniyye hevdîtinekî kirin ku 2,5 seet ajot. Erdoğan ji bo Îsraîlê got:

“Wê Îsraîl rojekî bedela vê zilmê bide. Wê Tirkiye li her derê zilma Îsraîlê bêje.”

Erdoğan û Heniyye li ser mijara rewşa dawî ya Xezzayê, agibesa mayînde, alîkariya mirovî ya ji bo Xezzayê û babetên divê di wan de gav bavêjin, gotûbêj kirin. Hevdîtina her dû terefan ji bo çapemeniyê girtîbû.

Di civînê de, bi Erdoğan re wezîrê karênd erve yê Tirkiyê Hakan Fidan, serokê MİTê İbrahim Kalın, serokê daîra danûsitendinan ya serokomariya Tirkiyê Fahrettin Altun, şêwrimendê serokkomariyê Akif Çağatay Kılıç hebûn.

Hat ragihandin ku Tirkiye heya niha weke alîkariya mirovî 45 hezar ton alîkariyê şandiye Xezzayê.

Di hevdîtinê de Erdoğan ji bo Heniyye ku zarokên wî û neviyên wî di êrîşa Îsraîlê de hatibûn kuştin sersaxiyê da Heniyye.