Erdogan, serokê deweleta Îsraîlê Hertzog pîroz kir
PeyamaKurd – Ji beşa ragihandinê ya serokkomariya Tirkiyê hat ragihandin ku serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan bi rêya telefonê li serokê Îsraîlê yê nûh Yitzak Hertzog geriyaye û wî pîroz kiriye.
Erdoğan her weha bi serokê Îsraîlê re li ser ewlehiya Rojhilata Navîn û aramiya wê axifiye. Erdoğan gotiye di navbera her dû dewletan de li ser potansiyela enerjiyê, tûrîzmê, teknolojî û di her sehayê de dibe ku hevkarî bibe. Erdoğan ragihandiye ku tevî pandemiyê, di navbera her dû dewletan de hecma bazirganiyê zêdetir bûye û fêdedîtina jê bo her dû dewletan başe.
Erdoğan ragihandiye ku tevî fikrên wan di hin mijaran de cuda ne jî, girînge ku diyaloga wan dewam bike û bo çareseriya mijara Fîlîstînê di çarçoveya biryarên NY de, bi 2 dewletan û çareseriyeka mayînde bê kirin û ev bendewariya civaka navdewletiye. Eger çareserî bo mijara Fîlîstîn û Îsraîlê bê dîtin, dê ev bo têkiliyên Tirkiyê û Îsraîlê bi êrînî be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin