Erdogan bi telefonê bi serokê Îsraîlê Herzog re axifî
PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan bi serokkomarê Îsraîlê bi Isaac Herzog re di rêya telefonê de axifî. Di axaftinê de her dû lîder li ser têkiliyên duqolî û herêmê rawestiyan. Li gor ragihandina beşa gihandiniyê ya serokomariya Tirkiyê; serokkomarê Îsraîlê Herzog ji bo cejna Qurbanê ya Erdoğan pîroz bike geriyaye.
Erdoğan jî xwest ku cejna Qurbanê bibe sedema jyana di nav aştiyê de ya xelkê Tirkiyê, Îsraîlê, herêmê û temamê dinyayê. Her dû teref li ser pêşdebirina têkiliyan yên li ser esasê erênî û hesasiyetên her dû dewletan li hev kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin