Herzog bi fermî bû serokkomarê Îsraîlê

07 July 2021 21:40 0 dîtin
Herzog bi fermî bû serokkomarê Îsraîlê

PeyamaKurd – Serokê berê yê Ajansa Yahûdî û serokê berê yê Partiya Karkeran Isaac Herzog, piştî sond xwar bi fermî bû serokkomarê 11 em yê dewleta Îsraîlê. Di merasima sondxwarinê de serokkomarê berê yê Îsraîlê Reuven Rivlin, serokwezîr Naftali Bennett û gelek parlementer û kesên dawetkirî hebûn.

Di merasimê de serokkomarê berê Rivlin xîtabê meclisê kir û got ku ew bawere dê Yahûdî û Fîlîstînî di herêmê de di babeta pêkvejiyanê de biserbikevin û weha dewam kir:

“Bo em îznê bidin da zarokên me bibin xwediyê jiyaneka dinê, divê em baweriya xwe zêde bikin.”

Piştî axaftina Rivlin, serokê nû Herzog axaftina xwe kir û dest bi wezîfa xwe ya fermî kir. Herzog di cara yekem de ji dengên 120 parlementeran yê 87 parlementeran sitendibû û bû 11 em serokkomarê Îsraîlê.

Isaac Herzog kiye? Serokê berê yê Ajansa Yahûdî û kurê serokkomarê salên navbera 1983-1993 an yê serokkomarê 6 em yê Chaim Herzog e û 60 saliye.

Isaac Herzog, di navbera salên 2013-2017 de serokê partiya Karkeran bû. Bo 7 salan hatiye hilbijartin û erkên wî sînorkirîne.

Serokkomar dikare mehkûman efû bike, bawernama konsolosan qebûl bike û bo avakirina hukumetan kesan tayîn bike.