Tirkiye bi fermî bû aliyê doza dijî Îsraîlê ya li Dadgeha Cezayê

07 August 2024 18:09 0 dîtin
Tirkiye bi fermî bû aliyê doza dijî Îsraîlê ya li Dadgeha Cezayê

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku Tirkiye bi fermî bûye aliyekî doza dijî Îsraîlê ya li Dadgeha Cezayê ya Navdewletî ku ji aliyê Afrîkaya Başûr ve ew doz 10 meh berê hatibû vekirin.

Wezaretê daye xuyakirin ku 7ê Tebaxa 2024an, ew wek Tirkiye mudaxilê doza dijî Îsraîlê ya bi hinceta jenosîdê li Filîstînê dike bûne.

Hate diyarkirin ku îro 7ê Tebaxê dosyeya mudaxiliya doza dijî Îsraîlê ya li Dîwana Dadgeha Cezayê ya Laheyê hatiye pêşkeşkirin.

Hate gotin ku sedema mudaxilbûna Tirkiyê ew e ku ew girîngiyê didin çareseriya mijara Filîstînê di çarçoveya hiqûq û edaletê de.

Herwiha hatiye diyarkirin ku dê ew yek rê li ber hesabpirsîna rayedarê Îsraîlê li qada hiqûqa navnetewî veke.