Îsraîl Katz: Tohmeta 'jenosîdê' zêdetir li komkujiyên Tirkiyeyê yên li dijî Kurdan tê

10 November 2025 16:00 0 dîtin
Îsraîl Katz: Tohmeta 'jenosîdê' zêdetir li komkujiyên Tirkiyeyê yên li dijî Kurdan tê

PeyamaKurd – Piştî ku Tirkiyeyê biryara girtinê ji bo Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahû û 36 karbidestên din ên payebilind bi tohmeta "jenosîdê" derxist, aloziya di navbera her du welatan de derket asta herî jor. Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê, Israel Katz, bi daxuyaniyeke tund bertek nîşanî vê biryarê da û ew weke "bêmane" bi nav kir.

Katz roja Yekşemê li ser hesabê xwe yê platforma X (Twittera berê), bi zimanên Îbranî û Tirkî peyamek belav kir û rasterast Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan kir armanc. Wî di peyama xwe de nivîsî: "Van fermanên girtinê yên pûç bigirin û ji vir herin."

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê îdiayên "jenosîdê" red kir û ev tohmet li Tirkiyeyê vegerand û got, "Ev tohmet zêdetir ji bo komkujiyên ku we li dijî Kurdan pêk anîne, derbasdar e." Katz, Erdogan weke "rêberekî durû" bi nav kir.

Her wiha, Katz tinazê xwe bi pêşniyara Tirkiyeyê ya ji bo şandina hêzeke aştîparêz bo Xezeyê kir û got, "Erdogan wê tenê karibe bi dûrbînê li Xezeyê binêre." Ligel peyama xwe, Katz wêneyek ku bi îstîxbarata çêkirî (AI) hatibû amadekirin parve kir; di wêneyê de Erdogan bi dûrbînekê ku ala Îsraîlê li ser e, li Xezeyê dinêre.

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Katz tekez kir ku "Îsraîl bi hêz e û natirse" û got ku welatê wî dê li hemberî zextên navneteweyî serî netewîne.

Biryara girtinê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve roja Înê hatibû ragihandin û tê de karbidestên Îsraîlî bi "jenosîd, tawanên li dijî mirovahiyê û bombebarankirina Xezeyê" tên tawanbarkirin.