Sererkanê Îsraîlê Halevi nameya îstifayê ji Katz re sand

21 January 2025 20:04 0 dîtin
Sererkanê Îsraîlê Halevi nameya îstifayê ji Katz re sand

PeyamaKurd – Sererkanê Artêşa Îsraîlê Herzî Halevi ragihand ku artêşê nekariye pêşîyê li êrîşa 7ê Cotmeha 2023yan a Hemasê bigire û loma jî ew dê 6ê Adarê karvekêşana xwe ragihîne.

Herzi Halevi, di nameya ku ji Wezîrê Berevaniyê Israel Katz re şandiye de, berpirsiya artêşê di êrîşa Hemasê ya 7ê Cotmeha 2023yan de qebûl kiriye û gotiye, ji ber wê jî wî biryar daye 6ê Adara 2025an ji erka xwe îstifa bike.

Halevi daye zanîn ku tevî wêrekîya wan jî hêzên ewlekariyê, leşker û fermandaran nekariye rê li ber êrîşa 7ê Cotmehê bigirin û gotiye, ‘ez dixwazin 6ê Adara 2025an dawî li erka min a sererkaniyê were.’