Sererkanê nû yê Îsraîlê tetbîqateke niskave da destpêkirin

09 March 2025 15:16 0 dîtin
Sererkanê nû yê Îsraîlê tetbîqateke niskave da destpêkirin

PeyamaKurd - Berdevkê Hêzên Berevaniyê Îsraîlê ragihandi ku Sererkanê nû yê Artêşa Îsraîlê Eyal Zamir, îro 9ê Adarê tetbîqateke surprîz bi artêşê da destpêkirin ku armanc testkirina rewşa amadekirina êrîşên muhtemel ên ser binkeyên leşkerî ye.

Di tetbîqatê kontroleke nişkave ji aliyê Pişkinêrê Fermandariya Hêzên Bakur ên Berevaniyê Îsraîlê ve hate kirin.

Hêzên Berevaniyê Îsraîlê (IDF), di bin fermandariya Eyal Zamir de, îro serê sibehê rahênenake surprîz bi navê "Zodiac" da destpêkirin ku mebes nirxandina amadekariya hêzan bo rûbirûbûna senaryoyên nifûzkirina bingeh û pozîsyonên leşkerî ye, di nav de xetên ewlehiyê yên pêşketî yên Hêzên Berevaniyê Îsraîlê de.

Di çarçoveya vê tetbîqatê de, wê senaryoyên nifûzkirina bingeha Ramat David bi senaryoyeke nişkave bê pişkîninkirin ku di heman demê de ji çend aliyên cuda tê.

Hate ragihandin ku tetbîqat ji aliyê Beşa Operasyonan ve tê birêvebirin û bi hevkariya Navenda Neteweyî ya Rahênana Erdî û Pişkinêriya IDF pêk tê.

Hate diyarkirin ku di dema tetbîqatê de, hêzên ewlehiyê û Hêzên Hewayî wê bên çalakkirin û dengên teqînan wê li herêmê bên bihîstin.