Îsraîlê operasyoneke bejahî da destpêkirin
PeyamaKurd- Berdevkê artêşa Îsraîlî Avichai Adraee di daxuyaniyekê de li ser X’ê de got: "Firqeya Celîl 91 operasyonên diyarker ên bi armancên diyar li başûrê Lubnanê pêk tîne.”
Adraee bang li niştecihên gundên Lubnanê kir ku ji bo parastina xwe malên xwe terk bikin û heya demekê venegerin. Her wiha got, êrişên artêşê berdewam in.
Hizbullahê jî ragihand ku baregeheke leşkerî ya li başûrê Heyfayê bi moşekên Fadi 1 kiriye hedef.
Çapemeniya Îsraîlê jî ragihand ku 2 moşek li herêma Heyfa ya li beravên Deryaya Spî û 5 moşek jî li Tebereya ketine.
Polîsên Îsraîlê ragihand ku ji ber êrişên bi moşekan zerar li milk û avahiyan bûye. Li gorî hin nûçeyan jî birîndar çêbûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin