Çapemeniya Îsraîlê: Qonaxa duyemîn a êrîsên bejahî yên li ser Lubnanê destpê kir
PeyamaKurd – Li gor nûçeya di çapemeniya Îsraîlê de hat ragihandin ku qonaxa duyemîn a êrîşên bejayî yên artêşê li başûrê Lubnanê destpê kiriye.
Di nûçeya rojnameya Maariv a Îsraîlê de hat gotin, "Artêşa Îsraîlê li başûrê Lubnanê dest bi qonaxa duyemîn a êrîşên bejayî kir û Firqeya 36an jî li ser xeta duyemîn a parastina Hizbullahê dest bi manevrayê kir."
Di nûçeyê de hat gotin ku "Armanca qonaxa duyemîn ji holê rakirina pêkhateyên Hizbullahê yên li herêmê û zexta li ser Hizbullahê li ser hemû mijarên têkildarî danûstandinên siyasî yên ji bo çareseriya li Lubnanê ye."
Hat îddîakirin ku artêşa Îsraîlê "Li Lubnanê paralelî êrîşa bejayî operasyoneke berfireh kir û li paytext Beyrûtê û Bekaayê depoyên cebilxaneyê yên Hîzbullahê xist."
Di daxuyaniya ku li ser artêşa Îsraîlê hat dayîn de
Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku gelek moşekên ku ji Lubnanê ber bi Îsraîlê ve hatibûn avêtin hatin derbkirin.
Firqeya 36an, parçeyek zirxî ye, di artêşa Îsraîlê de mezintirîn pêkhateya leşkerî tê dîtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin