Kabîneya ewlehiyê ya Îsraîlê wê "qonaxa duyemîn" gotûbêj bike

17 February 2025 08:54 0 dîtin
Kabîneya ewlehiyê ya Îsraîlê wê "qonaxa duyemîn" gotûbêj bike

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê doh ragihand ku sibe kabîneya ewlekariyê ji bo gotûbêjkirina qonaxa duyemîn a agirbesta li Şerîda Xezzeyê bicive û şanda Îsraîlê ji bo danûstandinan wê biçe Misrê.

Du hefte mane ji bidawîbûna qonaxa yekem a rêkeftina agirbestê ya di navbera Îsraîl û Hamasê de ku di 19ê Çile de ket meriyetê. Serokwezaretiya İsraile doh diyar kir ku kabineya ewlekariye sibe ji bo gotûbêjkirina qonaxa duyemîn a agirbesta ku li Şerîda Xezzeyê dewam dike bicive.

Serokwezîrtiyê doh herwiha ragihand ku Serokwezîr Benjamin Netanyahu ji şandeya Îsraîlê re şandiye ku sibe ji bo danûstandinên li ser peymana agirbestê biçin Qahîreya paytexta Misrê.