Sererkanê Îsraîlê: Hêzên me yên bejayî Sûriyê jî di nav de li 4 eniyan ser dikin
PeyamaKurd – Sererkanê Giştî yê Îsraîlê Herzî Halewî ragihand ku hêzên bejayî yên artêşê ji şeva borî ve li 4 eniyan şer dikin.
Halewî di axaftina xwe ya ji bo leşkerên ku tevlî Tugaya Golanî ya li bakurê Îsraîlê bi cih bûne, wiha got:"Em ji şeva borî ve li çar eniyan şer dikin. Hêzên me yên bejayî li çar eniyan li dijî terorê şer dikin, li Xûta û Samara (Şerîa Rojava ya dagirkirî), li Xezzeyê, li Lubnanê û şeva borî jî me hêzên xwe li ser xaka Sûriyeyê bi cih kirin."
Serokwezir Netanyahu ku seredana Giren Golane yen dagirkiri kiribû got ku doh talîmat daye artêşe ku herema tampon a li Giren Golanê yên dagirkirî "bidestxin".
Di daxuyaniya ku îro ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hat dayîn de, bang li şêniyên bajarok û gundên Avfaniyê, Hemîdiye, Samdaniyê Rojava û Qehtaniyê yên li parêzgeha Quneytra ya nêzî sînorê Îsraîlê hat kirin ku li malên xwe bimînin û hat îdiakirin ku. Pevçûnên li herêmên Sûriyeyê yên nêzî sînorê Îsraîlê "Artêşa Îsraîlî neçar kir ku gav bavêje".
Artêşa Îsraîlê doh ragihand ku hêzên xwe şandine bilindahiyên Golanê ku piştî rûxandina rêjîma Beas a 61 salî li Sûriyê dagîr kiribûn û derbasî herêma tampon a di navbera wê û Sûriyê de bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin