Sererkanê Îsraîlê: Hêrisên hewayî amadekariyên operasyona bejayî ne
PeyamaKurd - Artêşa Îsraîlê, li dijî armancên Hizbullahê yên li Lubnanê hêrişa hewayî ya herî berfireh a salên dawî pêk anî û ev hêriş hîna jî didome.
Di van hêrişên artêşa Îsraîlê de bi giştî 50 jê zarok û 94 jin, zêdetirî 600 kesan canê xwe ji dest dan û nêzîkî hezar û 900 kes jî birîndar bûn.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di hêrişên roja Çarşemê de 72 kesên din hatine kuştin û 223 kes jî birîndar bûne.
Sererkanê Giştî yê Artêşa Îsraîlê Herzî Halewî diyar kir ku ji bo operasyoneke bejayî amadekarî tên kirin.
Halevi got: "Hêrişên li dijî armancên Hizbullahê yên li Lubnanê, domîna pêvajoya lawazkirina Hîzbullahê ye. Ev hêriş di heman demê de amadekariyên operasyoneke bejayî ne."
Hêrişên Îsraîlê bûne sedema koçberbûna nêzîkî sed hezar kesên din ên li başûrê Lubnanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin