Amadekariyên ji bo firotina çekan ji DYAyê bo Îsraîlê: 1 milyar dolar…

04 February 2025 09:01 0 dîtin
Amadekariyên ji bo firotina çekan ji DYAyê bo Îsraîlê: 1 milyar dolar…

PeyamaKurd – Dewletên Yekbûyî bang li Kongreyê kir ku 1 milyar dolar firotina çekan a nû ji Îsraîlê re erê bike. Hêjayî gotinê ye ku geşedana navborî beriya hevdîtina Trump û Netanyahu pêk hat.

Li gorî nûçeya rojnameya Wall Street Journal (WSJ) ya Amerîkî ku li ser bingeha rayedarên Amerîkî ye, rêveberiya Trump amadekariyên firotina nû ya çekan ji bo Îsraîlê dike.

Rêveberiya nû ya Amerîkayê bang li serokên komîteyên yekem ên Kongresê kir ku firotina 4 hezar û 700 bombeyên 500 kîloyî bi bihayê 700 milyon dolarî û buldozerên zirxî yên bi bihayê 300 milyon dolarî ji Îsraîlê re bipejirînin.

Hêjayî gotinê ye ku firotina nû ya 1 milyar dolarî hevdem e ligel serdana Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bo Washingtonê û li wir wê ligel Donald Trump jî bicive.

Îdiaya ku wê Netanyahu ji bo erêkirina firotina çekan a nû bi qasî 8 milyar dolarî ji Trump piştgirî bixwaze di medyaya Amerîkî de jî cih girt.