Îsraîlê tevî ser jî di firotina çekan de rekor sikand
PeyamaKurd – Wezareta Berevaniyê ya Îsraîlê ragihand ku di sala 2023yan de sê caran li ser hev di firotina çekan a salane de, wan rekor şikandiye û li gorî du sal berê firotina çekan gihîştiya du qatan.
Li gorî amarên Navenda Hevkariya Pîşesaziya Berevaniyê SIBATê Îsraîlê di sala 2022yan de 12,5 milyar dolar hinardeya çekan kiriye û sala borî jî ew rêje gihîştiye 13 milyar dolaran.
Hate diyarkirin ku di sala 2018 û 2020an de 7,5 û 8,5 milyar dolar bû ku di sala 2023yan tevî şerê Xezeyê jî di firotina çekan de rekor hatiye şikandin.
Hatiye eşkerekirin ku di hinardeya çekan de beşa herî zêde di sîstemên berevaniya asmanî de bûye ku bi 4 milyar euroyan fuzeyên Arrow-3 bo Almanyayê hatine firotin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin