Serokwezîrê Îngilîstanê: Ne rast e ku firotina çekan ji Îsraîlê re were rawestandin
PeyamaKurd – Serokwezîrê Îngilîstanê Keir Starmer got ku ew ê helwestek xelet be ku bi tevahî firotina çekan ji Israelsraîl re were rawestandin.
Li Parlamentoya Îngilîstanê bi boneya yekemîn salvegera êrîşên 7’ê Cotmehê rûniştinek hat lidarxistin. Di rûniştinê de Serokwezîrê Îngilîstanê Keîr Starmer pirsên parlamenteran bersivand. Starmer got ku 7ê Cotmehê ji bo tevahiya herêmê bû roja xemgîniyê.
Starmer bal kişand ser wê yekê ku ew piştgiriya mafê Îsraîlê yê parastina xwe li hember Îranê dike û got, "Herêm nikare salek din tehemûl bike. Sivîlên ji her alî ve gelek êş kişandine. Divê hemû alî ji keviya zinaran paşde gav biavêjin û cesareta xwe hebin ku bi sînor tevbigerin."
Wî herwiha bal kişand ser wê yekê ku divê Îsraîl rê bide ku alîkariyên zêdetir derbasî Xezzeyê bibin.
"Ne rast e ku firotina çekan ji Îsraîlê re were sekinandin"
Parlamenterê Serbixwe Richard Burgeon jî got, "Ji bo ku rêveberiya Îsraîlê were ser maseya agirbestê, ma ne pêwîst e tedbîrên tundtir bên girtin, di serî de rawestandina firotina çekan a ku ji aliyê dadgehên navneteweyî ve hatiye ragihandin?"
Starmer di bersiva xwe de ji bo Bugeon wiha got, "Ez razî nabim ku firotina çekan bi temamî were rawestandin. Ev jî tê wateya rawestandina firotina çekan ji bo mebestên berevaniyê. Li gorî êrîşên çend roj berê ji aliyê Îranê ve hatin kirin, parlamento wê helwesta min fêm bike."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin