Kanada, firotina çekan ya ji bo Îsraîlê radiwestîne
PeyamaKurd – Wezîra karên derve ya Kanadayê Melanie Joly ragihand ku wê hukumeta Kanadayê di pêşde çekan nefroşe Îsraîlê û rawestîne. Li gor pêşniyara Kamara Awamê dibe ku firotina çekan ya ji bo Îsraîlê bê rawestandin an qedexekirin.
Wezîra Joly ragihandina xwe di rojnama Toronto Starê de kir. Joly got ku tevî biryara Kamaraya Awamê wan girênade jî, wê hukumet ji niha û pê de firotina sîlihan ya ji bo Îsraîlê rawestîne.
Joly, xwediya erkê ye ku îzna firotina alav û teknolojiya leşkerî qebûl bike an jî red bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin