Kanadayê 30 lîsansên henardekirina çekan a ji Îsraîlê re rawestand
PeyamaKurd - Wezîra Derve ya Kanadayê Melanie Joly ragihand ku Kanadayê 30 lîsansên henartina çekan a ji bo Îsraîlê rawestandiye.
Joly diyar kir ku ev biryar, li dijî kompaniyeke Kanadayî ku hevpeymaniya wê bi kompaniyeke Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re heye û bi hikûmeta DYAyê re peymanek îmze kiriye hatiye standin.
Wezîra Kanadayê destnîşan kir ku ji ber egera ku çekên difroşe Îsraîlê li Xezzeyê bêne bikaranîn, hemû destûrên henardekirina çekan a vê kompaniyê hatine betalkirin.
Weke tê zanîn Kanadayê, di meha Çileya îsal de henardekirina çekan a ji bo Îsraîlê dabû rawestandin.
Wezîra Derve ya Kanadayê Melanie Joly da zanîn ku Kanadayê ferman daye ku hemû peymanên çekan ên bi Îsraîl û welatên din re bên vekolînkirin û dom kir: "Piştî vê fermanê, me vê havînê nêzîkî 30 lîsansên kompaniyên Kanadayî rawestand."
Kanadaya ku hevalbendeke gring a DYAyê ye û her sal bi milyar dolaran alîkariya leşkerî dide Îsraîlê, bertek nîşanî rayedarên Îsraîlê da û ragihand ku ji 8ê Çileyê pê ve şandina çekan nû yên ji bo Îsraîlê rawestîne.
Wezîra Derve ya Kanadayê got: "Siyaseta me zelal e: Ji bo li Xezzeyê bêne bikaranîn tu çek û parçeyên çekan nayên şandin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin