SOHR: Îsraîlê li Sûriyê depoyên çekan bombebaran kir

09 February 2025 14:06 0 dîtin
SOHR: Îsraîlê li Sûriyê depoyên çekan bombebaran kir

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku balafirên bêmirov ên bi çek ên Îsraîlê li bakurê Derayê ya Sûriyeyê depoyên çekan bombebaran kir.

SOHRê daye xuyakirin, balafirên bêmirov ên Îsraîlê bi 2 moşekan depoyên çekan li herêma Lîwa 15 a li rojhilatê bajarê Enxel ê bakurê Derayê bombebaran kirin.

Herwiha SOHRê diyar kiribû ku yekîneyeke hêzên Îsraîlê doh êvarî ketiye gundê Xirbe Sîson ê herêma Hewd El Yermûk ê rojavayê Derayê.

Artêşa Îsraîlê jî ragihandibû ku hêzên wan li Sûriyeyê depoyên çekan bombebaran kirin û hatibû gotin, “Li ser agahiyên îstîxbaratî ku dibêjin depopyeke çekan a rêxistina Hemasê  ya terorîst li herêma Dêr Elî ya başûrê Sûriyeyê heye, çeka me ya hewayî beriya demeke kurt, êrîşek pêk anî."