Îsraîlê li Sûriyê depoyên mosekên Îranê bombebaran kir: 5 milîs hatin kustin

21 July 2021 20:35 0 dîtin
Îsraîlê li Sûriyê depoyên mosekên Îranê bombebaran kir: 5 milîs hatin kustin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên asmanî yên Îsraîl li Sûriyê depoyeke moşekan a milîsên îranî bombebaran kir û 5 milîsên îranî jî di êrîşê de hatin kuştin.

Derbarê bombebaranê de rojnameya Şerq El-Ewsetê ragihandiye ku Îsraîlê hin noqteyên Îranê û di nav de depoyeke moşekan li gundewarê Helebê ya bakurê Sûriyê bombebaran kir.

Hat diyarkirin ku ji dema ku serokwezîrê Îsraîlê yê nû Naftali Bennet hatiye ser kar ev yekemîn êrîşa Îsraîlê ya ser armancên Îranê ye.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî daye xuyakirin ku êrîşên Îsraîlê li dijî herêma Cebel El-Waha ya li nêzî kargehên parastinê yên girêdayî rejîma Sûriyê li herêma El-Sefrîa ya gundewarê Helebê, pêk hatine û diyar kiriye, li wê derê baregeheke Îranê û depoyên çekan hebûn ku di êrîşan de hatine rûxandin.

Li gorî SOHRê 5 milîsên alîgirên Îranê ku 3 ji wan ne ji Sûrî ne, hatine kuştin.