Îsraîlê du balafirgehên Sûriyê mosekbaran kir: Hejmarek milîsên Îranê hatin kustin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku şeva borî Îsraîlê balafirgeha Helebê û balafirgeheke din a leşkerî ya Neyreb li Helebê bi moşekan bombe kir ku milîsên Îranê tê de bûn.
Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) Îsraîlê li balafirgeha Neyrebê bi 6 moşekan komgeh û navendên mîlîsên Îranê kiriye armanc ku 4 kes hatine kuştin û 3 jî birîndar bûne.
Hate diyarkirin ku moşekeke Îsraîlê jî li nêzîkî Balafirgeha Helebê ya navdewletî ketiy û ti ziyanên canî di wê êrîşê de çênebûne.
Wezareta Berevaniya Sûriyê jî ragihandiye ku Îsraîlê ji aliyê Deryaya Spî ve hejmarek moşek ber bi başûrê Helebê ve avêtine û tenê ziyanên madî çêbûne.
Hêjayî gotinê ye, doh jî baregehên milîsên Îranê yên li Sûriyê hatibûn bombebaran kirin û herî kêm 23 çekdar hatibûn kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin