Îsraîlê êrîsî hejmarek baregehên artêsa Sûriyê û mîlîsyayên ser bi Îranê ve kir

09 June 2021 13:00 0 dîtin
Îsraîlê êrîsî hejmarek baregehên artêsa Sûriyê û mîlîsyayên ser bi Îranê ve kir

PeyamaKurd Do bi şev, Îsraîlê êrîşî hejmarek baregehên artêşa Sûriyê û mîlîşyayên ser bi Îranê ve kirin û di encamê de 8 kes hatin kuştin.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova belav kir, Îsraîlê êrîşî hejmarek baregehên leşkerî li derdora Balafirxaneya Navdewletî ya Şamê, Ketîbeya Berevaniya Asmanî li Dimêr û parêzgeha Humsê kirin.

Rewangehê destnîşan kir, dengê teqînan li parêzgeha Laziqiye û Hemayê jî hatin bihîstin.  

Rêveberê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova Ramî Ebdulrehman da zanîn, 5 leşkerên Sûrî û 3 çekdarên Hêza Berevaniya Niştimanî li parêzgeha Humsê hatin kuştin.

Herwiha hat eşkerekirin, depoyeke cebilxaneyê ya Hizbulaha Lubnanî li parêzgeha Hunsê teqiya, lê hejmara kuştî û birîndaran nayê zanîn.

Ajansa fermî ya Sûriyê “SANA” jî diyar kir, şeva borî balafirên Îsraîlê ji asmanê Lubnanê ve bi moşekan êrîşî hin armancan li naverast û başûrê Sûriyê kir û sîstema wê ya berevaniya asmanî hejmarek moşek xistin xwarê û tenê ziyanên madî çêbûne.