Artêsa Îsraîlê êrîsî Kampa Cenînê kir
PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê êrîşî Kampa Penaberan a Cenînê ya li bakurê Şerîeya Rojava kir.
Li gorî şahidan, di dema serdegirtinê de buldozer jî ligel hêzên Îsraîlê bûn.
Dema ku hêzên Îsraîlî ji gelek aliyan ve êrîşî bajarê Cenînê kirin, sekvan li ser banê gelek avahiyên bilind hatin bicihkirin.
Hêzên Îsraîlî yên ku hin taxên herêmê dorpêç kirin, li ber deriyên hawarçûnê yên Nexweşxaneya Dewletê ya Cenîn û nexweşxaneyên El Razî û El-Amalê bi cih bûn.
Di dema serdegirtinê de bi buldozeran pergalên binesaziya kampê û milkên Filistîniyan wêran kirin.
Li gorî şahidan di navbera hêzên artêşê û Filistîniyan de şerê çekdarî derketiye û dem bi dem dengê teqînan tê bihîstin.
Hat destnîşankirin ku artêşa Îsraîlê li gelek deverên Şerîeya Rojava jî operasyon pêk anîn.
Ji 7ê Cotmehê ve ku hêzên Îsraîlê dest bi êrîşên xwe yên li ser Xezzeyê kirin û vir ve li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat binçavkirin û serdegirtina Filistîniyan zêde bûye.
Ji 7ê Cotmehê heta niha 275 Filistînî li Şerîeya Rojava û Qudsê ya dagirkirî di êrîşên hêzên Îsraîlê û niştecihên cihû yên neqanûnî de jiyana xwe ji dest dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin