Îsraîlê êrîsî kampa Cibaliyê ya Xezeyê kir: 33 kesan canê xwe ji dest da û 85 kes jî birîndar bûn
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Îsraîlê li bakurê Xezeyê êrîşî Kampa Penaberan a Cibaliyê kir. Di encamê de herî kêm 33 kes mirin û 85 kes jî birîndar bûn.
Di wê daxuyaniyê de ku ji teref hikûmeta Filistinê ve hate dayin, hat ragihandin ku Îsraîlê ji hewayê erîşî Kampa Penaberan a Cibaliyê ya li bakure Xezeye kiriye. Heman daxuyaniyê da zanîn ku di êrîşan de 21 jê jin û zarok herî kêm 33 filistiniyan canê xwe ji dest daye û herî kêm 85 kes jî birîndar bûne. Di dewama daxuyaniyuê de tê gotin ku rewşa hin birîndaran giran e û dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.
Her weha heman daxuyanî diyar dike ku xebatên ji bo rizgarkirina kesên di bin xirbeyan de jî didomin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin