Hizbullah: Hêzên me êrîsî baregehên Îsraîlê yên ser sînor kirin

14 January 2024 22:53 0 dîtin
Hizbullah: Hêzên me êrîsî baregehên Îsraîlê yên ser sînor kirin

PeyamaKurd - Hizbullaha Lubnanê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan ji başûrê Lubnanê, bi çekên cuda êrişî binkeyên leşkerî û qadên niştecihî yên li ser sînorê Îsraîlê kirin.

Hibullahê da zanîn ku hêzên wan bi çekên giran û goncav êrîşan birine ser çeperên Merc û Hedab Yarun ên ku baregehên kombûna leşkerên Îsraîlê bûn û binkeya leşkerî ya Bîrket Rişe.

Hizbullahê her wiha ragihandin ku xala kombûna leşkeran a Îsraîlê ya li gundê Yuvala herêma sînor û navenda sîxuriya leşkerî ya Îsraîlê ya li gundê Metula bi mûşekan hatine armanckirin.

Di şer û pevçûnên navbera Îsraîl û Hizbullahê yên ji 8ê Cotmeha 2023an vir ve de heta niha 161 endamên Hizbullahê, 29 sivîlên Lubnanî, 5 sivîlên Îsraîlî û 9 leşkerên Îsraîlê jiyana xwe ji dest dane.