Îsraîlê vê carê li Beyrûdê êrîsî keleha Hizbullahê kir: 3 kustî, bi sedan birîndar
PeyamaKurd – Li herêma başûrê Beyrûdê ku wekî keleha Hizbullaha Lubnanê tê zanîn, gelek teqîn çêbûn ku 3 kes hatin kuştin, bi sedan kes jî birîndar bûn.
Di êrîşa ku îro danê êvarê dema rakirina cenazeyên 4 endamên Hizbullahê dîsa bi teqandina bêtêl û amûrên têkiliyê hate kirin de, hate ragihandin ku herî kêm 3 kes hatine kuştin û bi sedan kesên beşdarî cenazeyan bûne jî birîndar bûne.
Piştî êrîşa ku dîsa bi teqandina amûran hate kirin, agir li herêmê derket û hin otomobîl jî şewitîn.
Hêjayî gotinê ye, doh jî di encama teqandina cîhazên pêwendiyê yên endamên Hizbullahê de, 9 kes hatibûn kuştin û 2800 kes jî birîndar bûbûn. Şerê nû yê sîber ê ku Îsraîlê daye destpêkirin, ji aliyê raya giştî ya cîhanê ve gelekî bi baldarî tê şopandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin