Îsraîlê êrîsî Hizbullaha li Lubnanê kir!

16 September 2024 10:03 0 dîtin
Îsraîlê êrîsî Hizbullaha li Lubnanê kir!

PeyamaKurd – Hêzên Parastinê yên Îsraîlê (IDF) ragihand ku wan 20 roketavêj û binesaziyên din ên Hizbullahê li bajarokê Cermaq li başûrê Lubnanê xistine.

Pevçûnên di navbera Îsraîl û Hizbullah a Lubnanê de berdewam dikin.

Di daxuyaniya Artêşa Îsraîlê de hat ragihandin ku li bajarokê Cermaqê yê li başûrê Lubnanê 20 roketavêj û binesaziyên din ên Hizbullahê hatin xistin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Biravên avêtinê ji bo sivîlên Îsraîlê xeteriyeke mezin e."

Medyaya Lubnanê jî ragihand ku gelek êrîşên asmanî yên Îsraîlê li herêma Mehmûdiye li başûrê Lubnanê hatine kirin.

Li aliyê din 2 balefirên bêmirov ên ku ji Lubnanê hatibûn şandin li bakurê Girên Golanê ketin. Li aliyê din IDF îdia kir ku balafirên bêmirov li tu bajaran neketiye.