Hizbullaha Lubnanê bi mosekan êrîsî Îsraîlê kir

28 October 2023 12:41 0 dîtin
Hizbullaha Lubnanê bi mosekan êrîsî Îsraîlê kir

PeyamaKurd – Di demekê de ku Tevgera Hizbullah a Lubnanê ragihandibû ku wan bi moşekan êrîşî Îsraîlê kirine û ziyanên canî hene, artêşa Îsraîlê nûçeyên derbarê ziyanên wê êrîşê red kirin.

Li gorî daxuyaniya Hizbullahê, ji ber êrîşa bi moşekan a li dijî tesîseke leşkerî ya li Îsraîlê, piraniya tesîs û alavên wê hatin rûxandin. Di êrîşê de hin leşkerên Îsraîlê jiyana xwe ji dest dan.

Di daxuyanîya ku ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku ji aliyê Lubnanê ve li herêma Avîvîmê moşek li dijî mewzîya artêşê hatiye kirin, lê tu windahiyên canî çênebûne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Îsraîlê bi tank û topan li xalên gulebaranê xistine.

Li ser sînorê Lubnan-Îsraîl ji 8ê Cotmehê ve di navbera Hizbullah û artêşa Îsraîlê de şer û pevçûn û êrişên hevbeş çêdibin.

Di êrîşan de ji bilî 46 endamên Hizbullahê, 6 endamên Tevgera Cîhada Îslamî, 3 endamên Hamasê, 2 endamên Tûgaya Berxwedana Sunniyan a ku Hizbullah piştgirî dide wan jiyana xwe ji dest dan û 4 sivîl ku di nav wan de rojnamevanek jî hebû jiyana xwe ji dest dan.