Pistî avêtina mosekan Îsraîlê baregeha Hizbullaha Lubnanê bombebaran kir
PeyamaKurd - Artêşa Îsraîlê îro duşemê 25ê Adarê bi daxuyaniyekê ragihand ku wa baregeheke leşkerî ya Hizbullah a Lubnanê bombebaran kiriye.
Artêşa Îsraîlê diyar kir, êrîş şeva borî li dijî baregeha li herêma Meys El Cebel a li başûrê Lubnanê hatiye kirin û li ser êrîşên Hizbullahê jî hate gotin: "Derdora 15 moşekan ji Lubnanê ber bi baregeha artêşê ve hatin avêtin, lê li herêmeke vekirî ketin û tu ziyan çênebûn."
Artêşa Îsraîl danê sibê jî êrîş kir
Medya Lubnanê ragihandiye ku artêşa Îsraîlê vê sibehê li aliyê rojavayê bajarokê Meys El Cebel malek bombebaran kiriye.
Herwiha Hizbullahê jî ragihand ku li bajarokê Şihûr ê başûrê Lubnanê endameka wan ê bi navê Mihemed El Zên hatiye kuştin, lê li ser çawaniya kuştina wî ti agahî nehatin dayîn.
Hizbullah diyar kiriye ku wan îrko danê sibehê bi moşek û obusan li leşkerên Îsraîlê yên li girê Teyhat ê Lubnanê xistine û ziyanên wan çêbûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin