Kanada: Em ê frotina çekan a ji Îsraîlê re rawestînin

20 March 2024 15:10 0 dîtin
Kanada: Em ê frotina çekan a ji Îsraîlê re rawestînin

PeyamaKurd - Hikûmeta Kanadayê ragihand ku wê Kanada  di siberojê de firotina çekan a ji bo Îsraîlê bi dawî bike.

Wezîra Karên Derve ya Kanadayê Melanie Joly di daxuyaniya xwe ya ji bo Rojnameya Star a Kanadayî de diyar kir ku wê Kanada di siberojê de henardekirina çekan a ji bo Îsraîlê rawestîne û diyar kir ku wê ev helwest bibe hewleke rasteqîn.

Di civaka Kanadayê de li dijî bizavên Îsraîlê yên li ser sivîlên Xezzeyê hewleke bi bandor heye û ev yek bandorê li hikûmeta Kanadayê dike ku di derbarê frotina çekan a ji bo Îsraîlê de paşde gavan bihavêje.

Parlamena Kanadayê di 18ê Adarê de, li hember 117 dengên neyînî, bi 204 dengên erênî pêşnûmaya ku frotina çekan a ji bo Îsraîlê radiwestîne pesend kiribû, lê belê ev pêşnûma nehukmî bû.