Rojnameya Bild: Trump bombeya herî bihêz a atomî MOABê dide Îsraîlê

07 February 2025 17:33 0 dîtin
Rojnameya Bild: Trump bombeya herî bihêz a atomî MOABê dide Îsraîlê

PeyamaKurd - Rojnameya Bild a Almanî di nûçeyeke xwe de eşkere kir ku Nûnerê Amerîka yê li Rojhilata Navîn Steve Witkoff niyeta Washingtonê ragihandiye ku yek ji bihêztirîn sîstemên çekên atomî, ku wekî “Dayika hemû bombeyan” tê naskirin, dide Îsraîlê.

Witkoff ji rojnameyê re daye zanîn, Pentagon bombeya “GBU-43/B Massive Ordnance Air Blast” ji Îsraîlê re dişîne, ku bombeyeke gelek mezin e û giraniya wê 11 ton e û dikare bingehên kûr ên binerd pûç bike.

Hate diyarkirin, “Dayîna vê bombeyê ji bo Îsraîlê plankirî ye, wekî nîşanekê ji bo paşeroja Îsraîlê di rûbirûbûna Tehranê de.”

Hêjayî gotinê ye, ew bombeyên mezin ji destpêka salên 2000î ve di lîsta xwestekên Îsraîlê de bûn, lê heta niha serokên Amerîkayê ji George Bush bigre heta Joe Biden red kiribûn wê bombeyê bidin Îsraîlê. Ev bombeya asmanî wekî teqemeniya mezin (MOAB) tê naskirin û jê re “Dayika hemû bombeyan” tê gotin.