Anketa herî dawî ya hilbijartinên Amerîkayê hat eskerekirin! Biden an Trump?
PeyamaKurd – Di anketeke ku li Amerîkayê hat kirin de Joe Biden di danberheva hilbijartinên serokatiyê yên ku di sala 2024an de bên kirin de 9 puan li paş Serokê berê Donald Trump ma.
Anketa ku ji hêla ABC/Washington Post ve hatî kirin encamên berhevdana hîpotetîk a di navbera Biden û Trump de ji bo hilbijartinên serokatiyê yên 2024an eşkere kir.
Di anketê de ji sedî 51 ê beşdaran piştgirî dan Trump, Biden jî 9 puan ji selefê xwe paş ket û ji sedî 42 piştgirî wergirt.
Di lêkolîneke bi heman rengî ya ku di meha Sibatê de ji aliyê ABC/Washington Postê ve hat kirin de, piştgiriya ji bo Trump ji sedî 48 û piştgiriya ji bo Biden jî ji sedî 45 hat tomarkirin.
Di anketa navborî de piştgiriya gel a ji bo polîtîkayên aborî û koçberiyê yên Biden jî kêm bû.
Tenê ji sedî 37 ê beşdaran performansa karê Biden pejirand, lê ji sedî 56 nirxek neyînî da Serok. Ji sedî 44ê mezinan di anketê de gotin, ew di dema rêveberiya Biden de ji hêla aborî ve xirabtir bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin