Anketa herî dawî ya Aksoy Lêkolîn ji bo sê bajarên metropol

27 March 2024 09:10 0 dîtin
Anketa herî dawî ya Aksoy Lêkolîn ji bo sê bajarên metropol

PeyamaKurd – Aksoy Lêkolîn encamên anketên li Balikesir, Bursa û Manisa ku bajarên krîtîk ên hilbijartinê ne eşkere kir.

Aksoy Lêkolîn encamên anketên xwe yên li bajarên mezin Balıkesir, Bursa û Manîsayê eşkere kir. Piştî ku kesên bêbiryar hatin belavkirin, encam wiha ne:

Encamên lêkolîna ku di navbera 14-18ê Adara 2024an de li Balikesîrê bi 2 hezar û 400 kesî hat kirin wiha ne:

Namzedê CHPê Ahmet Akın: Ji sedî 49,0

Namzetê AK Partiyê Yucel Yilmaz: Ji sedî 43,2

Encamên lêkolîna ku di navbera 18-21ê Adara 2024an de li Bursayê bi 2 hezar û 400 kesî hat kirin wiha ne:

Namzedê CHPê Mustafa Bozbey: Ji sedî 48,8

Namzedê AK Partiyê Alinur Aktaş: Ji sedî 39,5

Encamên lêkolîna ku di navbera 12-16ê Adara 2024an de li Manîsayê bi 2 hezar û 400 kesî hat kirin wiha ne:

Namzedê CHPê Ferdî Zeyrek: Ji sedî 51,8

Namzetê MHPê Cengîz Ergûn: Ji sedî 39,1