Anketa herî dawî ya Stenbolê: Ji sedî 38,2 kî bû yekem?
PeyamaKurd – Di anketa Artîbir Lêkolînê de ku di navbera 4-8ê Adara 2024an de li Stenbolê bi 2 hezar kesî bi rêbaza CATIyê pêk anî, namzedê CHPê Ekrem Îmamoglu ji sedî 38,2 bû yekem, Namzetê AK Partiyê Murat Kurum jî ji sedî 35,7 bû duyemîn.
Rêjeya dengên namzetên DEMê Meral Daniş Beştaş û Murat Çepnî 4,8 bû. Namzeta İYİ Partiyê Buğra Kavuncu ji sedî 3,4 ê dengan girt. Balkêş bû ku di anketê de hejmara hilbijêrên bêbiryar ji sedî 10,3 bû.
Pêşveçûna dengên anketê li gorî namzetan wiha ye:
Ekrem Îmamoglu (CHP): Ji sedî 38,2
Murat Kurum (AK Partî): Ji sedî 35,7
Meral Daniş Beştaş û Murat Çepmi (Partiya DEM): Ji sedî 4,8
Buğra Kavuncu (İYİ Partî): Ji sedî 3,4
Azmi Karamahmutoglu (Partiya Serkeftin): Ji sedî 2,6
Yên din: ji sedî 3,1 Bêbiryar: ji sedî 10,3

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin