Trump biryarnama ku ‘zora herî zêde bidin’ ser Îranê îmza kir
PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump biryarnama ku ‘zora herî zêde bidin’ ser Îranê îmza kir. Trump got ku di mijara îmzakirina biryarnamê de gelek siste lê weha dewam kir:
“Îran gelek nêz bûye ku bibe xwediyê sîlihên nuklerî.”
Trump, wê di nêz de bi serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahu re bicive. Lê berya Netenyahu bibîne biryarname ya di derbarê Îranê de îmza kir. Trump li Koşka Sipî di merasima îmzayê de, siyaseta xwe ya di derbarê Îranê de ragihand. Trump wê weka dewra xwe ya berê zorê bide ser Îranê. Trump di merasimê de behsa pêvajoyê kir û got:
“Ez ne dilxweşim ku biryarnamê îmza dikim. Hêvî dikim ku em mecbûr nemînin bikarbînin. Îran gelek nêz bûye ku çekên nuklerî bidest bixe. Em mafê xwe yê berlêgirtina firotina petrolê ya Îranê di dest xwe de dihêlin. Eger Îran li hemberê kiryarên me, hewl bide ku min bikuje, wê Îran ji ortê rabe.”
Şêwirmendê siyasî yê serokê Îranê yê Ali Hamaney, Ali Şemhani jî ragihand ku:
“Îran ti carî neketiye pey çêkirina sîlihên nuklerî û wê nekeve. Lê di seha siyasî û teknîkî de temamê mafên xwe yên qanûnî diparêze. Di xebatên nuklerî de em zelalin û li pey sozên xwe yên navdewletî diçin. Em ê li hemberê hêzên kureyî yên ku ji soza xwe dageriyan, rawestin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin