Trump wê ji sedî 25 baca zêde li ser pola û aluminyûmê ragihîne

10 February 2025 11:01 0 dîtin
Trump wê ji sedî 25 baca zêde li ser pola û aluminyûmê ragihîne

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump wê guhertineke nû li siyaseta xwe ya bazirganiyê zêde bike û ragihand, ji bilî bacên heyî, dê ji sedî 25 baca gumrikê li ser hemû berhemên pola û alûmînyûmê yên ku ji bo Amerîkayê tên hinardekirin, bisepîne.

Trump di balafira xwe ya fermî Air Force One de ji rojnamevanan re got ku ew ê îro bacan eşkere bikin.

Trump herwiha diyar kir ku ew ê bacên nû ku sibe û çarşemê bi lezgînî werin sepandin, wê ji bo hemû welatan bên sepandin û wê bibe bersiva bacên welatan li ser Amerîkayê.

Trump got, "Bi hêsanî, heke ew bacê ji me bistînin, em ê jî ji wan bistînin."