Baca gumrikê ya zêdetir: Trump wê di nava 24 saetan de bi Çînê re biaxive!
PeyamaKurd – Tê çaverêkirin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Çînê Şî Jinping di nava 24 saetan de bi telefonê biaxivin.
Trump û Xi Jinping wê bi telefonê biaxivin. Berdevka Qesra Spî Karoline Leavitt got ku tê payîn ku Trump û Xi di nav 24 saetan de bi têlefonê biaxivin.
Tê payîn ku di civînê de bacên gumrikê yên zêdetir ên ku wê DYA li ser Çînê bisepîne were nîqaşkirin.
Trump doh fermanek îcrayê îmze kir ku ji sedî 10 baceke zêdetir li ser îthalata ji Çînê ferz dike.
Çîn ku biryara bacê ya rêveberiya Trump şermezar kir, diyar kir ku ew ê li Rêxistina Bazirganî ya Cîhanê îtîrazê bikin û li dijî biryarê "tedbîran" bigirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin