Çîn li dijî baca gumrikê ya Trump derdikeve

04 March 2025 15:34 0 dîtin
Çîn li dijî baca gumrikê ya Trump derdikeve

PeyamaKurd – Îro, 4ê Adara 2025ê, Pekînê li dijî pêşniyaza Donald Trump derket ku ji ber fentantîlê %10 bacên gumrikê yên zêde li ser malên Çînê danîne.

Birêveberiya Çînê Berdevkê Wezareta Bazirganiyê Amerîkayê bi paşguhkirina rastiyan tawanbar kir û ev yek bi “yekalîbûn û zordariyê” bi nav kir. 

Li gorî Washington Postê, ev bac îro kete meriyetê û baca giştî gihand %45ê. Çînê bang li Amerîkayê kir ku tedbîrên xwe bi paş ve bikişîne.

Çînê hêvî kir ku Amerîka bi diyalogê pirsgirêkan çareser bike. Li gorî Global Timesê, Pekînê tedbîrên berevajî amade dike, dibe ku ev bacên li ser berhemên çandinî yên Amerîkî bin. 

Di 2023yan de, %17ê îxracata çandinî ya Amerîkayê ji Çînê re bû. Trump got ku madeyên narkotîk ji Meksîka û Kanadayê tên û piraniya wan li Çînê têne çêkirin.

Çînê ev îdîa red kir û polîtîkayên xwe yên hişk ên li dijî narkotîkan destnîşan kir.

Veberhêner ji şerê bazirganiyê ditirsin. Îro li Asyayê bazarên borsayê daketin, dahatên bondoyan kêm bûn. 

Trump %25 bac li Kanada û Meksîkayê danîbû û Kanadayê soza bersivê da. Yuanê Çînê hinek bilind bû, lê dolarê Kanadayê û pesoyê Meksîkayê qîmet winda kir.

Çînê got Amerîka fentanîlê wekî hincet bi kar tîne û sûcê davêje ser yên din.