Trump û Sheinbaum, peymana daxistina baca gumrikê kirin
PeyamaKurd – Serokê DYAyê Trump piştî bi seroka dewleta Meksîkayê bi Claudia Sheinbaum re axifî, ragihand ku di çarçova peymana DYA-Meksika-Kanadayê ya berhemên ku bikevin nav sînorê DYAyê, wê heya 2yê Nîsanê bo wan baca gumrikê nedin.
Trump axaftina xwe di rêya telefonê de kir û got:
“Piştî axaftina bi telefonê ya bi seroka Meksîkayê Claudia Sheinbaum re, di çaçrova peymana USMCAyê de, berhemên ku navên wan derbas dibin, ji bo wan, wê ti bacekî nedin. Min vêya ji bo lihevkirinekî bibe û ji ber rêza min ya ji bo serok Sheinbaumê min kir.”
Seroka Meksîkayê Claudia Sheinbaum, axaftina bi Trump re bi mukemmelî û rêzgirtin binav kir û got wê di mijarên koçberan û ewlehiyê de xebatê bike. Sheinbaum ragihand ku malên dişîne DYAyê, temamê wan li gor peymana bazirganiyê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin