Trump, baca gumrikê ya Meksikayê da rawestandin
PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald trump, piştî ku Meksîka got ji bo têkoşîna li hemberê bazirganiya maddeyên hişbir, wê 10 hezar parastvanên netewî bi cîh bike, baca ku Trump %25 ji bo Meksîkayê danîbû, ji bo mehekî da rawestandin.
Piştî Trump %25 bacê danî ser Meksîkayê, Meksîka ket nav tevgerê. Seroka dewleta Meksîkayê Claudia Sheinbaum û serokê DYAyê Donald Trump, di rêya telefonê de li ser bacê axifîn.
Sheinbaum, piştî axaftina bi Trump re ragihand ku ji bo bi karên qaçax re têbikoşin 10 hezar parastvanên netewî dê wezîfedar bike, ji Trump re pêşniyar kiriye ku bacê bide rawestandin û Trump jî qebûl kiriye.
Trump ragihand ku wê baca nûh ya gumrikê ya ji bo berhemên Meksîkayê ji bo mehekî bide rawestandin û di nav mehekî dê wê her dû dewlet bêhtir muzakereyan bikin.
Trump, ji bo Kanada û Meksîkayê gotibû ku wê %25 baca gumrikê deyne ser berhemên wan û ji bo Çînê jî %10 bacê deyne û biryarnamê îmza kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin