Trump: Heke bêm hilbijartin ez ê operasyona herî mezin a dersînorkirinê pêk bînim

23 August 2024 20:41 0 dîtin
Trump: Heke bêm hilbijartin ez ê operasyona herî mezin a dersînorkirinê pêk bînim

PeyamaKurd – Namzedê hilbijartinên serokatiya Amerîkayê yê Komarîyan Donald Trump, serdana sînorê Meksîkayê kir û soz da ku dema bê hilbijartin dîwarê sînor ê avakirina wî dest pê kiriye temam bike.

Trump li ber dîwarê sînorê Meksîkayê yê li başûrê eyaleta Arîzona Cochise Countyê axaftinek ji alîgirên xwe re kir û ji bo koçberiya nerêkûpêkî Joe Biden û Kamala Harris tawanbar kir.

Herwiha Trump soz da ku heger bê hilbijartin ew dê avakirina sînorê Meksîkayê temam bike û li ser qaçaxçîyên tilyakê jî cezayê giran bisepîne.

Trump got ku ew dê operasyona di dîrokê de ya herî mezin ji bo dersînorkirina koçberan pêk bîne.