Bakirhan: Dixwazin hilbijartina Trump bikin bingeha operasyona ser Rojava
PeyamaKurd - Hevserokê Giştî yê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di civîna koma partiya xwe ya parlamentoya Tirkiyê de mijarên rojevê nirxand.
Li ser rakirina Kurdî ji karûbarên şaredariya Batmanê ya qeyûm Bakirhan got, “Qeyûmê Batmanê wekî karê xwe yê ewil rê li ber xizmeta Kurdî girt. Qeyûm ev e û em dibêjin qeyûm dijminatî ye. Heta ku em bidin fêmkirin em dê vê gotina xwe bidomînin. Xelkê me dixwaze rêz li îradeya wan bê girtin. Xelkê me daxwaza demokrasiyê dike ne ku daxwaza qeyûman.”
Bakirhan bersiva Erdogan da
Bakirhan li ser gotinên Serokomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan ên li ser şaredariyên DEM Partiyê yên; “Kes nizane ew çi kes in, ne serokên hilbijartî ne, ew kesên rêxistinê ew erkdar kirine ne” jî wiha got: “Qeyûm ne bes in niha jî ji hevserokên me re dibêje, ‘Kes nizane ew kî ne û çi ne.’ Diyar e em kî ne. Em li vir edalet, aştî û demokrasiyê dixwazin. Ew kesên we tayînkirine kez nizane ew kî ne û çi ne. Ew mafên kesên belengaz dixwin, ew dizî û gendeliyê dikin. Eger hûn li mirovên nenas digerin, li dora xwe û hawîrdora xwe binêrin.”
“Qeyûm ne tenê pisgirêka Kurdan e”
Bakirhan got ku tayînkirina qeyûman êdî ne tenê pirsgirêka Kurdan e û da zanîn: “Binêrin, em bi zelalî dibêjin, qeyûm êdî ne tenê pirsgirêka Kurdan e. Li Esenyurtê jî ev rastî eşkere bû. Heger em bi hev re li dijî qeyûman ranewestin, ne tenê li erdnigariya Kurdan dê li her çar aliyê Tirkiyeyê bên tayînkirin.”
Çareseri li Amedê û Enqerê ye
Bakirhan li ser hilbijartinên Amerîkayê jî got: “Nûnerên desthilatê dixwazin hilbijartina Trump veguherînin derfetekê. Hewl didin vê bikin bingeha operasyona leşkerî ya li Rojava. Bi êrîşa li Rojava hûn nikarin qeyranan ji holê rakin. Em dixwazin bidin zanîn ku hûn dê bi sermayeyên biyanî bi ser nekevin, çareserî li Amedê ye, li Enqereyê ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin