Ji Îranê bo Trump: “Hay li xwe bikin dixwazin we bixin nava ser”
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Îranê Cewad Zarîf ragihand ku bo serokê Amerîkayê Trump bixin nava şerekî, casûsên Îsraîlê plan kirine ku êrîşê hêzên Amerîkayê li Bexdayê bikin û di mijarê de agahiyan bidest xistine.
Wezîrê Îranê Zarîf di ser hesabê xwe yê Twitterê de weha ragihand:
“Agahiyên ku nûh ji Iraqê bo me hatine dibêjin, casûsên Îsraîlê bo sedemekî sexte yê nerast di navbera Amerîkayê û Îranê de şer peyda bikin, plan dikin ku êrîşê Amerîkayiyên li Iraqê bikin.”
Zarîf bo Trump bang kir û got: “Li hemberê kemînê baldar be”.
Encama êrîşeka li hemberê Îranê bi taybetî dê bo Îsraîlê zêde giran be û hişyariyê da Amerîkayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin