Tirkiye bû aliyekî doza jenosîdê ya li dijî Îsraîlê
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan ragihand ku Tirkiye jî bûye alîyekî doza jenosîd ya li Xezeyê ku ji aliyê Afrîkaya Başûr re li Dadgeha Cezayê ya Navdewletî ya Laheyê li dijî Îsraîlê hatiye vekirin.
Hakan Fîdan li Enqereyê bi hempîşeyê xwe yê Endonezyayî Retno Marsîdî civiya û piştî hevdîtinê di civîneke rojanamevanî de daxuyanî dan.
Fîdan ragihand ku Tirkiye jî bûye aliyekî doza qirkirinê ya li Xezeyê ku li Dadgeha Cezayê ya Navdewletî li dijî Îsraîlê hatiye vekirin û got, derbarê mijarê de bi hiqûqnas û akademisyenan re hevdîtin hatine kirin.
Fîdan herwiha got ku ew dê xebatên xwe yên hiqûqî li ser mijarê temam bikin û şêwra welatên din jî bistînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin