Tirkiye, Urdin, Sûriye û Iraq ji bo têkosîna dijî DAISê li Ummanê dicivin

09 March 2025 09:24 0 dîtin
Tirkiye, Urdin, Sûriye û Iraq ji bo têkosîna dijî DAISê li Ummanê dicivin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku şandeke bilind a çar welatên Îslamî yên Rojhilata Navîn ji bo gotûbêjkirina geşedanên dawî yên li herêmê û hemahengiya ji bo şerê li dijî terorê, li Ummanê lûtkeyekê li dar dixin. Ev lûtke wekî hewlên damezrandina alternatîfeke li hember Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê tê nirxandin.

Li gorî ragihandina Ajansa Reutersê, şandên pilebilind ên Tirkiye, Urdin, Sûriye û Iraqê îro 9ê Adarê li Umman a paytexta Urdinê dicivin. 

Hêjayî bibîrxistinê ye, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan beriya niha gotibû, her çar welatên îslamî dê yekem civîna xwe li Urdinê bikin, ji bo gavan di warê têkoşîna hevpar a li herêmê li dijî DAIŞê de bavêjin.

Hate diyarkirin ku, wezîrên derve, berevaniyê û serokên dezgehên îstixbaratê yên her çar welatan beşdarî civînê dibin. 

Piştî rûxandina Beşar Esed welatên rojava û herêmê hişyariya vegera DAIŞê didin.