Sam: Divê Tirkiye ji axa Sûriye û Iraqê vekise

12 September 2024 13:33 0 dîtin
Sam: Divê Tirkiye ji axa Sûriye û Iraqê vekise

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Feysel Miqdad destnîşan kir ku ji bo pêwendiyên Enqere û Şamê asayî bibin divê Tirkiye ji axa Sûriye û Iraqê vekişe.

Tirkiye di van demên dawî de ji bo pêwendiyên xwe bi Sûriyeyê re asayî bike hewlên xwe yên dîplomatîk zêde kiribû.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Erdogan jî ji bo asayîkirina pêwendiyan gelek caran xwestibû ku bi Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esed re bicive.

Rêveberiya Şamê jî di destpêkê de, ji bo destpêkirina danûstandinan şertê vekişîna leşkerên tirk ji axa Sûriyeyê dabûn pêşiya Tirkiyeyê, lê belê Beşar Esed, çend hefte beriya niha ragihandibû ku ew bê merc jî dikarin bi Tirikiyeyê re dest bi danûstandinan bikin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê pêwendiyên Tirkiye - Sûriyeyê û li hemberî Îsraîlê pêşniyara avakirina bereke ku ji Tirkiye, Sûriye û Misirê pêk tê kiribû.

Piştî van geşedanan Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Feysel Miqdad ji Russia Todayê re pêwendiyên Tirkiye û Sûriyeyê nirxandin û wek berê şertan danî pêş rêveberiya Enqereyê.

Li ser gotinên Erdogan, Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Feysel Miqdad wiha got: "Hêvîdar im ku daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyeyê yên derbarê avakirina navendeke hevgirtinê ya Sûriye-Misir-Tirkiyeyê ji bo rûbirûbûna gefan pêk were û ev yek bibe xwestekeke ji dil û rast a Tirkan."

"Divê Tirkiye ji axa Sûriye û Iraqê vekişe"

Feysel Miqdad ji bo asayîkirina pêwendiyên Tirkiye û Sûriyeyê jî wiha anî ziman:

"Eger Tirkiye dixwaze di hevkariya bi Sûriyeyê re de gavên nû bibîne û pêwendiyan asayî bike, divê ji axa bakurê Sûriyeyê û rojavayê Iraqê ya Ereban ku dagir kiriye vekişe.”

Her wiha Miqdad diyar kir ku Tirkiye li bakurê welatê wan bi berdewamî leşkerên xwe bi cîh dike û ji bo serdestiya xwe zêde bike hewl dide kampan ava bike.

Wezîrê Derve yê Sûriyeyê tekez kir ku rêvebiriya Şamê ji Tirkiyeyê xwestiye ku ji van polîtîkayan paşde gav biavêje û bi temamî dev ji van polîtîkayan berde.